Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê] de;

7. Geşbûneke zimanî, çandî û hunerî yan van salên dawî ne.
Li gelek welatan piştî têkçûyînên sîyasî-polîtîk û şerî gel berê xwe dide warê çandî û hunerî. dema em li rewşa kurdistanê (bakur) jî dinêrin em vê yekê dibînin. piştî têkçûyîna şerê bajaran, têkçûna efrînê û beşek a rojavayê, girtina sîyasetmedarên kurd, qeyyûm avêtina li ser şaredarîyên kurd û girtina sazî û dezgehên kurdî hwd.
ev hemû nîşaneyên têkçûyîna van salên dawî ne, vêca wekî min li jor jî gotî dema têkçûn di qada sîyasî de çêdibe, bivê nevê wekî terapîyeke gel heta wextekê li mala xwe bêdeng disekine, şoka têkçûnê dijî û piştî wextekê (salek an jî du sal) wê têkçûyînê li ser xwe diavêjî û berê xwe dide ziman, çand û hunera xwe.
dema em li piştîşoka têkçûnê dinêrin li kurdistanê û tirkiyê gelek xebatên di vî warî de hatin kirin. wekî mînak ên kovarê; (bnr: kovara kund), (bnr: ziryab), (bnr: folklora me) (bnr: pyschology kurdî), (bnr: dilop), (bnr: zirîng), (bnr: popkurd kovar), (bnr: e-kubar) hwd.
mînaka rojnameya kurdî; (bnr: xwebûn)
gelek şano hatin wergerandin û nivîsandin wekî mînak şanoyên bajêr a amedê, şanoyên navenda çanda mezopotamyayê, şanoyên şa performansê, şanoyên mencelê.
Her wekî din dema em li hejmara pirtûkên sala 2019an dinêrin jî em dibînin ku hejmar li gorî 2018an sedê 10 zêdebûne, 2019an de li gorî agahîyên diyarnameyê 252 pirtûkên kurdî hatine çapkirin. Here lînkê
ji bilî van, di van salên dawî de em dibînin ku kurtefîlm û metrajdirêjên sînemaya kurdî jî zêde dibin û ev fîlmên hane ji gelek pêşbazîyên netewî navnetewî xelatên girîng werdigirin.
her wiha em dibînin ku albûmên muzîka kurdî jî sal bi sal zêdetir û baştir dibe, konser jî wusa. li gel van çalakîyên nivîskar, şaîran zêdetir in û mîhrîcanên li ser wêje, şanoyê tên lidarxistin.

li ser van hemû bûyeran jî li diyarbekirê ji bo pêşketina ziman û çanda kurdî (bnr: tora çand û zimanê kurdî) hate avakirin û dê li dijî asîmîlasyonê û kêmbûna kurdî ya di nav gel de xebatan bike.

kurt û kurmancî em dikarin bêjin ku di van salên dawî de piştî têkçûnê di warê kurdî de geşbûnek heye.



13.01.2020 23:20 ~23:34 | lehî baranyan