Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hewraman text] de;

1. hewreman navê mintiqeyeke ya rojhilatê ye. ji gundên cûda cûda pêk tê, navenda mintiqeyê hewreman textê (huraman takht, uraman takht).
huraman ji du peyvan pêk tê: "hur" bi wateya agir (har, hur, ar, adar), "aman" jî bi wateya hilbûn, rabûn e; "text" (takht) jî bi wateya navend (paytext) e. yanî em dikarin bêjin: "navenda agir lê radibe/hildibe". herwiha huraman bi goranî tê wateya "bibereket, baranî û ewrî" yê. navenda zerdûştîye ye, ev mintiqe hemû girêdayê marîwanê ye. di navbera çiyayên zagrosê de ye.
Cih û warê fîlozof û dewrêşê Kurd (bnr: pîr Şalîyar) e. Her sal daweta wî tê pîrozkirin. (bnr: daweta pîroz)

navên çend gundên din ên hewramanê ev in: bolbar, selîn, nav, palangan hwd. bi gûzên xwe bi nav û deng e. her wiha xanîyên hewremanê û mîmarîya wê jî bala gelek kesan dikişîne xwe. her xanî wekî serban û berderîyê xanîyê din e. li kêleka çiyayê zagrosan hatîye avakirin.
ciheke dîrokî û manewî ye.

ji bo agahîyên zêdetir ên bi îngilîzî
Here lînkê



17.01.2020 03:37 ~03:39 | lehî baranyan