Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wêjegeh amed] de;

1. li amedê ciheke nû dê bi vî navî vebe. wêjegeh amed ji alîyê edîtor û avakarê (bnr: weşanên lîs)ê (bnr: lal laleş) ve hatîye damezirandin. wêjegeh amed dê 7ê sibata 2020an saet 18:00an bi kokteylekê were vekirin. hevalên li amedê dijîn bila jê nemînin.

bi vî xanîyê wêjeyê armanc ew e ku nivîskar, şair, teorîsyen û hunerhez, wêjehez werin ba hevdu û danûstandin di navbera wan de çêbe.
avahîyeke ji du qatan pêk tê.

mekan du qet e, qeta yekem kafe û mitfax e û odeyek ji bo kargehan e. Navê kafeyê (bnr: haiku) ye.
qeta duyem jî ji bo nivîskar û xwendevanan e, ligel van qeta duyem dê hunermendên ji disîplînên cûda û lêkolîneran jî li ser mijarên tematîk bike mêvan. Herwehe li vê qetê pirtûkên weşanên lîsê û ji weşanxaneyên cûda dê bi navê "pirtûkxaneya lîsê" hebin.

yekem çalakîyên wêjegeh amedê jî dê 8-9ê sibatê were lidarxistin.
ji niha ve li ser xêre be û temendirêj be. li gelek welatan û bajarên wan teşebbisên wekî wêjegehê hene.
karekî hêja ye, hêvî dikim dilopeke din li ser çand û huner û geşbûna çalakîyên hunerî ya amedê bike.



05.02.2020 04:02 | lehî baranyan