Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guiseppe campanile] de;

1. guiseppe campanile, mîsyoner û oryantalîst e, hempîşeyê bavê kurdolojîyê (bnr: maurizio garzoni) ye. guiseppe (z. 1762 - m. 1835) ji alîyê împaratorîya Romayê ve ber bi mûsîlê ve tê şandin. ew piştî şeş salan li kurdistanê bi navê Apostolic Prefect for Mesopotamia and Kurdistan yanî serokê hewarîyan ê mezopotamyayê û kurdistanê tê binavkirin. roma wî wekî serok û walîyê herêmê tayîn dike.

dema ew li kurdistanê kitêba xwe ya bi navê (bnr: storia del kurdistan) yanî (bnr: çîroka kurdistanê) dinivîsîne û di 1818an de li Naples-napoli çap dike. ev kitêb yekemîn nêrîna gelemperî ya li ser kurdistanê ye, guiseppe di kitêba xwe de behsa çavderîyên xwe yên di derbarê kevneşop, edet, rêûresman; çalakî û seremonîyên ku şahîdê wan dibe û nasîna mirovên kurdistanê dike.

xwestîya kurdan ji nêz ve nas bike û wan bîne ser dinê xristîyanîyê. lê mixabin wekî ku îro em dibînin ev yek pêk nehatîye.
ger mirov (bnr: ehveni şer) bike, xristîyanî dê ji bo neteweya kurdan 1000 caran ji misilmantîyê kartir û feydetir bûya.
xwezîîîî garzoni û guiseppe wê bikarîya kal û pîrên kurdistanê yên serhişk qanebikirîya.



06.02.2020 07:53 | lehî baranyan