Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevaltîya kurdan û îtalîyan] de;

1. hevaltîya bi gavavêtina (bnr: maurizo garzoni) ya mûsîla kurdistanê çêbûye, garzonî ku keşe, mîsyoner û ortantalîstê îtalî ye ji bo ku kurdan bike xrîstîyan û jîyana wan fêm bike di sedsala hejdehmîn de 1762an digihîje mûsîlê.
em dikarin vê dîrokê wekî hevaltî û dostanîya kurdan û îtalîyan bi nav bikin. ev hevaltî bêrîya 258 salan çêbûye û hê berdewam e.
wekî ku tê zanîn garzoni yekem kitêba rêziman û ferhenga kurdî 1787an de li romayê çapkirîye. bi vê yekê ev gav zexmtir bûye.

piştî garzonî hempîşeyê wî (bnr: guiseppe campanile) di sala 1802an de wekî garzonî tê mûsîlê. guiseppe jî alîyê împaratorîya romayê vê ji bo ku kurd baştir werin nasîn û ola xristîyanîyê di nav wan de bê belavkirin tê peywirdarkirin. guiseppe jî piştî şeş salan li mûsîlê jiyan dike, gelek çavkanî, agahî, edetên kurdan ji nêz ve dinase, bi gelek kesan re hevaltîyê dike û ji bo kitêba xwe ya bi navê dîroka kurdistanê agahîyan bi dest dixe.
ew jî di sala 1818an de vê kitêba xwe li naples/napolîyê çap dike.

ev her du kitêb gelek girîng in û nîşaneyek a hevaltîya kurdan û îtalîyan e.
îro jî li gelek bajarên îtalyayê sazî û komeleyên kurdan hene.

ligel van her du navan (bnr: zerocalcare) nivîskareke navdar ê karîkatûr û romanên grafîk di sala 2016an de îllustrasyon û xêzekitêbeke bi navê (bnr: kobane calling) kobane bangdike nivîsî û vê kitêbê li îtalyayê gelek deng veda. haya gelek îtalîyan bi saya vê kitêbê ji têkoşîna kurdan çêbû û sempatîyeke zêde jî di nav wan de peyda bû.
îroj jî li gelek bajarên îtalîyan kurdan wekî hevalên xwe dibînin, bajarên xwe de piştgirîyê ji bo kurdan bi çalakîyên cûr bi cûr dikin.



06.02.2020 08:17 | lehî baranyan