4. Lêkolîner (bnr: tahir baykuşak) li ser xelîl xeyalî angu xelîl xeyalîyê motkî xebat kirine.
nêrînên xelîl xeyalî yên li ser neteweperwerî, rola ziman û rewşenbîrên neteweyê pirr girîng in.
xeyalî nasnameya kurdîtiyê li ser zimên ava dike û em dibînin ku çiqas rast derketîye. îro nasnameyek, netewek bê ziman nikare ava bibe û bijî.
xelîl xeyalî nivîsa xwe ya bi sernavê bextreşî û mehrûmiya kurdan de wiha dibêje:
"(bnr: elî herîrî) nehsed û sih sal berê, (bnr: melayê cizîrî) jî heşsed sal berê bi kurdî helbest nivîsîne. herwiha (bnr: ehmedê xanî) (bnr: mem û zîn) û ji bo zarokan (bnr: nûbar) telîf kiriye, bi çar zimanan şîîr gotiye."
xeyalî bi van gotinên xwe balê dikişîne li ser qedîmtiya zimên û pesnê van helbestvanan dide.
lê ji bilî van hemû agahîyan xala herî zêde bala min kişandî xelîl xeyalî ji motkîya bêdlîsê ye, kirmanckî/zazakî nenivîsî ye û kurmancî nivîsîye.
ji bo agahîyên zêdetir (bnr: malmîsanij), (bnr: rohat alakom), (bnr: mesud serfiraz)
|