Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mast] de;

19. navê kurtefîlma derhêner (bnr: tahsin özmen) e.
fîlm li ser çîrokeke ji salên 90î ya li cizîrê disekine. mast û setil di fîlmê de îmgeyek e. muzîka fîlmê (bnr: mehmûd berazî) çêkiriye.





di van salan de muzîka kurdî li bakur qedexe ye, kurikek ji titûnfiroşekê emanetekê digire û li dilmişê siwar dibe. di rê de jendirme erebeyan dide sekinandin û xelkê kontrol dike. bêyî kontrolê karekterê ku emanet girtî wê emanetê hewl dide ji paceya dilmişê biavêje derve lê nikare. jinika xwedî di setilên mastî wê emanetê ji destê kurikî digire û dike setilê de. werhasil ji kontrola jendirmeyan bi vî awayî difilitin. di dawîyê de kurik wê emanetê digihîne babê xwe û em dibînin ku ev emanet qaseteke û babê kurikî qasetê datîne li ser teybê û em guhdarîya dengê (bnr: abdulazîzê leşker) heyran jaro dikin.




11.03.2020 18:39 | lehî baranyan