Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yusiv hemed

profîla "yusiv hemed"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leylan] de;

10. Leylan, Pirtûka dawî ya Selahattîn Demîrtaş e.
Mi nexwendiye loma Hayê mi ji naveroka wê tune ye. Dirim kû derê yan dikevim kîjan malperê hema reklama wê tê kirin. Ev normal e ji ber ku piranîya milletê me, wek milletên din ên bindest, qîymetê nade gotinan lê dide xwedîyê/a gotinê. Yanî ev kitêb ne ji aliyê selo lê ji aliyê kesekî/e din ve bihata nivîsandin kes ewqes nedixwend.
Wê rojê min dît ku nîqaşek li ser ziman û weşanxana kitêb çêbû. em tev zanin, wek ku ew jî dibêje, selhedîn yekî tirkiyeparêz û mîsakimîllîcî ye. Belkî em bêjîn "yaw ma piştî ku mêrik tirkiyeparêz be û ketibe bi dû tirkan, mi ti jê ye zimanê wê Tirkî ye û ji weşanxanekî tirk çap bûye. Lê mesele ne wilo ye.
Tirkan bi kûtan, tecawiz û lêdanê zimanê xwe tirkî ferî me kurdan kirin û hîn jî vêna didomînin. Selhedîn ne şexsekî ji rêze ye, heta tu bêjî bes bandora xwe heye li ser xelkê. Loma selhedîn bitirkînûsîna xwe vê kûtan û tecawiz û lêdana li ser milletê me meşrû dike û helbet ji ber kesên selhedîn û yên wek wî (yên wilo Tirkî dinivîsin) nivîsandin û axaftina bi zimanê dagirkeran dibe tiştekî ji rêzê û normal û Tirkî bêtir berbelav dibe.



29.01.2020 09:14 ~09:18 | yusiv hemed