Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yusiv hemed

profîla "yusiv hemed"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li instagramê nivîsandina bi çend zimanan] de;

1. ''heyranê'' wan kesan* im ku di bin sûretên xwe de nivîsên xwe bi kurdî, ingîlîzî û tirkî dinivîsin (heçî nizanibe wê bêje qey xwedîye şirketeke enternasyonel in ku şev û roj îthalat û îhracatê dikin).
helbet pêşî divê bi kurdî dest pê bike da ku nîşanî xelkê bide wa ew jî li mergê ye.
dû re bi ingîlîzî (ev carna dibe fransî yan almanî; li gor welatê ku lê dijî) ku ev artîstî ye(wa ez jî zanim oxlim), ne ku tê bêjî tije hevalên wan î biyanî hene,
û helbet bi tirkî. li vir meseleya halkler dikeve dewrê. ji heyran û dost û hevalên xwe yên tirk naxwazin xwe veqetînin ji ber ku nanê wan dixwin. ji wan kesan in ku xwe ne ji dêrê dikin ne jî ji mizgeftê.

*ji ''wan kesan'' mebest bi taybetî ew akademîsyen û nivîskarên me ne ku vê talîyê ji zankoyan hatine dûrxistin an avêtin.



18.05.2019 14:35 ~14:36 | yusiv hemed