Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [adonîs] de;

6. Li gor folklornas James George Frazer peyva Adonîs ji adon tê ku di zimanên semîtîk (fenîke, Îbranî) yên antîk de tê wateya Efendî, melîk, malîk ango xwedan û lord. ji du peyvikan pêk hatiye "a-" (xwe)¹ û "don" (karîn, bi soranî twan).

- xwedê/130294

- adonay/131009

- odin/131002

welhasilê kelam mebesta min ev e ku adon û xwedan ji heman fêhm û ferasetê derketiye.

têbînî: di peyvên kevnar yên mîna "azad" de "a" wek di wateya "xwe" de bicih bûye. "a" (xwe) û "zad" (jidayîkbûn, zayîn). Bi peyva xweza re tevlihev nekin. mantiqekê nêzîk tê de heye lê azad asîmanî û mirovî ye, xweza erdî û heywanî ye.



11.02.2021 21:15 ~23:28 | ezcan