Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzikên bêhempa yên stranên kurdî] de;

55. stran: ciwan haco - nikarim

gotin: feysel xiznewî

nikarim xunaveke rondika bim
li gorna şehîda bibarim
çariya reş nakirim
bisk û keziya nabirim
rûyê xwe nadirim

ez ji bilbilê xemgîn re ne bûhar im
ji bûka çarî reş re ne guhar im
ji konê şîn re ne stûn im
ji kalê poşman re ne qelûn im
na na nikarim

gula binefşê xemgîna ez naçinim
di cihê şahiyê de şînê nadeynim
şehîd canê xwe dide erdê
ji bo ala şahiyê hildê
ala şahiyê govend û dîlana
çepik û lîlandine û strane



13.08.2019 14:58 ~15:01 | ezcan