Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berfa kûçikan] de;

4. barîna berfa ewil ji bo kûçikan, ya duyemîn ji bo pisîkan û ya sêyemin jî ji bo mirovan dibare. Diya min nedihişt em berfa se û pisîkan bixwin digot, hûnê nexweş bikevin. Dema a mirovan dibarî berf û dims tevlîhev dikir û digot de bixwin ev şîfa ye. di çilê pêşîn de berfa kûçikan, di çilê paşîn de jî berfa pisîkan dibare.

Kurd bi aqil in heyran. ji zarokên xwe ra nabêjin berfê nexwin hûnê nexweş bikevin. Ji ber ku zarok dê û bavan godar nakin. Ew jî wan dixapînin û dibêjin berfa kûçikan, berfa pisîkan hwd. Zarokan bi vî awayî ditirsînin.

Heta wer dizanim li herêma Xerzanê ji berfa Ewil re dibêjin "kerê etar di nav de miriye" loma nayê xwarin bi vê baweriyê zarokan jê dûr dixin.



02.01.2022 17:47 | ezcan