Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [axayê welatê brunei] de;

1. Brûneî navê welatekî ye.Ev welat bi alîyê qral ango axa ve tê rêvebirin û ola wî îslam e.Piştê 1984 'an brûneî azadîya xwe ji destê îngilizan bi dest xist.Niha jî li ser dinyayê nava welatên dewlemendtirda ye.Hêjmara vî welatê 450 hezar e û mezinîya axa brûneî hevekî ji stenbolê mezintire û jê Amed'ê 3 caran piçûktire.Bi parlemento çiqas jî demokrasîya brîtanyayê mînak girtibe jî , qral siltan ango axa çi bêje ewe.

Welatê brûneî bi petrolê ve serpê xwe disekine û petrol ji alîyê shellê ve tê derxistin.Xwedîyê perê wir siltan Hassanal bolkiah û fîrmaya îngilizî shell e.

Çend roj ewil nûçeyek wiha derbarê vî welatê derketi bû ku qral gotiye ku " kê hevzayendî bibe û ango têkîlîyek wisada be yê were recm kirin û kuştin." Ji bo wî min xwest derbarê axatîya brûneî de çend agahî bidim.



30.03.2019 17:51 | brzn