Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xebatên hînkirina ziman û elfabeya kurdî] de;

1. Xebatên ku ji aliyê her kurdekî zimanhez ve tê meşandin e.

Lê gelo elfabe divê bê hîn kirin an rêziman ? divê wek hînkirina elfabeya kurdî û Rêzimana kurdî bê parvekirin

1) hînkirina elfabeyê; divê kesên ku qet xwendin û nivîsandina wan bi kurdî tunebe re bê hîn kirin û piştre pêşnîyara xwendina pirtûkên kurdî kirin.(bikaranîna mediyaya civakî ,danasîna malperên kurdî , şopandina malperê nûçeyên kurdî û pêşnîyara weşanxaneyan.)

2)Hînkirina rêzimana kurdî; Ev kes jixwe zû hîndibin ango wê bibin , ji bo ku dibistana seretayî /zanîngeh qedandine be ango kesên ku dixwazin zêdetir hînbin re bê hîn kirin.

Çima wiha ? Ji bo ku , hejmara kesên ku elfabeyê nizanin pirr in , ligel vî yekê kesên ku nikaribin zû zû rêziman hîn bibin jî ew in. (dema ku tu ji wan re bibêjî rêzimana kurdî de ev tişt hene filan dibe ku ji hînbûna ziman bi tevayî sar bin.).Jixwe ser daxwazê mirov dikare rêziman jî hîn bike.Lê ewilî divê kurd bizanin ku elfabeyek kurdî heye , edebîyata kurdî heye û bizanibin berhem û malperên kurdî hene.



22.02.2020 23:08 | brzn