Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

490. Carnan kesên zazakî diaxivin fêhm dikim lê hin kesan jî hîç fêhm nakim. Navberê da ma me. Gelo fêhm dikim an nakim.
Kesên ku fêhm dikim dişbînim zarava emrîkîyan lê kesên ku hîç fêhm nakim dişibînim zarava birîtanîyan.



7 roj berê 22:39 | brzn

488. Tirsikvanê bi username xwe ye sosret , xwe da dest ku ne ji herêma serhedê ye

Tirsikvan1 : keledoş nexwarîye ;S
Tirsikvan2 : rastî nexwariye law?
Tirsikvan3 : wele nizanim vir e û derew e
Tirsikvan4 : de heneka dike lo ji herkesî bawer neke
Brzn : de here nav sosret me nexapîne:/



11 roj berê 22:09 | brzn

486. Min xwest ez bêjim;

ez heme , li vir im, nemirîm e û hê jî berxwedidim, hê jî tirşikvan im.

Hêvîdar im hûn jî baş in.



11 roj berê 21:25 | brzn

388. mîjar wek mikurên tirşikvanan bihata vekirîn wê baştir bûya.
welhasil , meha nîsanê de min 333 peyam şandiye .
Mikura min ev e ku ez çiqas hêdî binvîsim jî çawa dibim yekem nizanim.
ji bo dîtina peyamên xwe yê mehane , biçin panel/nasnava xwe bitikînin/îstatîstîkên xwe vebikin/bike grafîk heye ,bin de.



11.05.2020 23:05 | brzn

373. Ev 3 4 roj e hema dikevime twitterê û çav lê digerînim dû re difetisim xwe davêjime tirşikê.
tirsik in , twitter out!



02.05.2020 18:05 | brzn

370. - 26.04.2020-
Hewl didim û peyaman dinvîsim ji bo ku tirşik ji rojeva dîndar û nedîndaran derkeve.Tirsa min ew e ku çêrr çêbibin.
Ji bo ku ev mîjar zirarê dide yekitiyê.Çima? Kesên dikevine nav van nîqaşan dibe ku bibêjin "Ma kurd e her tişt jê tê" qiseta dayika min dîsa hemû kurdan tawanbar bike û jê mîjarê dûr bikeve.Ev çi bin jî her tim mîjarên navbeyna kurdan de nin.



26.04.2020 00:10 ~00:11 | brzn

368. 23 nîsanê ti car qasî niha bandor li min nekiribû.
Whatsapp story ,instagram story... filan bêvan.Yaw dîsa ku ew bûna belê lê kesên zêdetirîn nîzikên mirov ku storyan çêbike û wan storyan de ala dagirkeran bidin destên zarokên xwe da ku bihejînin.Teqez vî bandorekî li min kir.
Tiştek ji destê mirov nayê.



23.04.2020 23:29 | brzn

358. Nivîsên dirêj yên tirşikê , xwe de nabînim ku bixwînim lê dema peyamek wiha jî bibînim Here lînkê , dixwînim û dû re dibêjim belê nivîs çiqas dirêjbe ewqas bi tehm e. Belê min ev nivîs xwend Here lînkê



08.04.2020 04:48 ~04:49 | brzn

338. ez ji t*rkî xeberdanê pirr acizim yaw , dema ku zêde xeberdim diwestim yaw



01.04.2019 00:20 | brzn

336. ez ji agirîyê me û min her tim perwerde bi zimanê t*rkan dît.Wê demê da min tu carî ne ji zimanê t*rkî û ne jî rêzimana wî ne jî dersa wêjeyê hez kir.

Lê dema ku min bala xwe da li ser kurdî , min fehm kir ku divê mirov zimanê xwe biparêze , bipêyve û binvîse.

Rastî yê da ku dewletekî me hebûya û pêwîsta zimanê kurdî bi min tune bûya bawer dikim min dîsa ji rêzimanan û wêjeyan hez ne dikir: )))



30.03.2019 20:02 | brzn