Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şivan perwer vs ciwan haco] de;

19. Rêbaza berawirdkirina danîna stranên wan hember hev, her du stranbêjî bi min ne metodeka zanîstî ye. li gorî hin tirşikvanên ra rast bibe jî şêwaz ne li gorî fikirîna zanistî ye. belê her tiştê ku meriv difikirî ne zanistî ye. fikrên takakesî ne.
hemû nîn, bi piranî stranên cîwan haco û hinek jî stranên şiwan perwer xweşiya min tê. Meriv carcaran guhdarî bike baştir e.

Gelek stranên şivanî de bêhna arabeskî tê, nabêjîm arabesk e lê hêstên weha diderxîne. meriv dike depresyonê. wekî ji bilî çend stranan albûma “ey ferat” wisa ye..kîngê guhdar dikim bêhna min teng dibe, dikim ku bifetisim, dengê vedimirînim û xwe ji fetisînê xelas dikim.
meriv bi guhdarkirinê mûzîkê ve moralê xwe xerab neke baştir e. ji ber ku awaz alavek bona xweşkirina derûnî ye, an jî ji bona moral û motîvasyon an jî borandina demên xweş alavek e.
Wekî:
“xanima min, bermaliya min,

Xanima min, bermaliya min,

Xanima'm, bermaliya'm, rindê xemla mala min

Xanima'm, bermaliya'm, rindê rewşa mala min

Delala min îro ji min xeyidi ye

Bi gazinc e, bi axîn e, dil cemidî ye”

Stran xweş e lê belê..
Ev çi şêwaz e ku meriv ji “xanim”ê sar dibe, tu dibe qey xanim miriye.
Jin, xanim, xanimên dixebitîn ji aliyê aboriyê ve ne girêdayî mêran in, êdî ne bermalîya mêran in. jin, xanim ne xeml in ne jî tişkekî aîdê mêran in.
her du stanbêj hêja ne, xwedî stranên bêhampê ne, meriv nikare bibêjî an ev an jî ew.
Ku meriv ji aliyê, ne stranan, behremendî ve danî ber hev bi min şivan perwer hin bi behremend e, qet nebe ji nebûnê, tunebûnê de dest pê kir.



17.03.2024 00:46 | çomo