Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fatoş xanim

profîla "fatoş xanim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêexlaq] de;

4. Pirtûkeke kovan baqî ye. Pirtûk bi hevoka"te kîlod li xwe kiriye" dest pê dike. Navê lehengê pirtûkê jî bêar e. Mixabin min xwendina vê romanê nebir serî ji ber ku nayê xwendin. Him ji aliyê naverokê him jî ji aliyê şêweyê ve romaneke qels e û ne herikbar e. Gava min dixwend, min nedizanî qala çi dike, li ser kêjan hêmayê disekine. Yan jî rexneya çi dike! Ev pirsgirêka ha di romanên wî yên dinê de jî berbiçav in. Gava ku min ev rexneya lê kir zêde guh neda min. Ji min re got ku ez ji bo her kesî nanivîsînim. Xwendevanên min ên taybet(!) hene û ew min fehm dikin. Mirovekî ecêb e. Wekî din jî ji bo ku erotîzmê bi me bide fehm kirin, heta bêjî qala penîsên mêran û memikên jinan kiriye. Gelo rêbazeke dinê tune bû. Min heta niha gelek pirtûkên ku li ser erotîzmê sekinîne xwendiye lê qet jê aciz nebûme, ji ber ku bi şêwazeke edebî hatibûn nivîsandin û ne pornografîk bûn. Hêvîdar im ku kovan baqî guh bide van rexneyan.



13.11.2019 21:03 | fatoş xanim