Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikvanan] de;

8. Bi rastî ez li xwe mikûr bêm , ez çiqwas pesnê xwe bidim ku bêjim "heehheeyyt dilê'm wexta min dest bi dibistanê kir min peyvek tirkî nizanîbû." jî niha ez bi tirkî difikirim. Hew haya min ji min çê dibe ez wayê bixwe bixwe qise dikim û bi tirkî, hema zimanê xwe gez dikim û bir kurdî dûbare dikim. Û van rojan min kêm kiriye. Êwê binhişê min de êdî kurdî hebe* û ya din jî ji bo kurdîyek wêjeyî an kurdîyek standart ango kurdîyek akademîk(ahahahahahah) hewl didim; çi zanim pirtûk, kovar, rojname, telefona bêrîkê û hwd. hema xebatek mezin dikim lê li dora min kesek tunêye ez bi vê awayê bipeyivim ku hebekî li hewa dimîne ev xebatê min. kemasîya min ya alîyê ziman ez bawerim bi gelemperî ev sedemana ye. Ji bo rastnivîse heta xwîn di demarê min de here û were ezê bikoşim.



27.01.2020 00:52 ~00:57 | rizgarm