Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ber bi vejetaryanbûnê ve çûn] de;

10. He ve bû çend mehe ku ez vejeteryan im. Ewil mîna bi awayek dûrê wijdanê serjêkirina heywîn ji min re bû derd (çi ji pirtûk û belegfilman min dît çi jî tiştinên min çû li mezbexaneyan bi çavê serê xwe dîtin û çi jî li mal hema me ji lingek karikê girt û avêt giliya darekê û li gel karekar û warewar û zarezara vê rebena han serjêkir) û mawayek dirêj li ser vê tevgerê fikirîm. Min ji kîjan aliyê bigirta bi dest min ve dihat, dilê min ne di cih de bû. Baş bû, gava gişt bi awayek hazir dihat pêşberî min hema helahop min daduqurtand lê dema rastî dihat bîra min, min hewcehî bi jiyanek dîtir hîs dikir. Li gel ku çendî caran min vejeteryanî ceriband hemberî bertekên derdorê hew min debar kir û ne ji bo xwe lê ji bo wan min dîsa dest bi xwarina goşt kir (niha ez qebûl dikim ev jî ji be lawaziya îradeya min bû). Dem û dewran derbas bû, dîsa ev hesta han li min tîr bû min li dor xwe nihêrt ez bi serê xwe dijîm, ew bertekên min ji vê biryarê dagerîne nemane û ez fikirîm ez ji malbatek kesîb û feqîr têm, hema goştê mirîşka jî ji bo me nîmetek mezin bû. Ji ber nebûna goşt, pirbûna xwarinên ji giha û beqliyatan li ba me dê minê zêde zor nedîta. Min ev jî rêkûpêk kir şûn de sibehekê rabûm û min hênaseyek kûr kişand şûnde min got ew roj ev roj e heyran, ez vejeteryan im êdî!

Yanê ez li ser navê xwe qise bikim mesele ne meseleya madlihevketin û dilneçûnê ye. Meseleya min jêkirina heywanan bi xwe ye. Şikl û şêwaza serjêkirinê çendî nerm bikî û biguherînî jî ew heywana feqîr dê her wê jan û êşê bikêşe. Wê qorrek merî rabin bêjin "nexwe em heywana bi derzî û îlacan bitevizîne û pûç bikin û jêkin?", na dayka min na bavê min, mafê jiyîna wan heye. Em herçiqas bêjin mirov perçeyek jiyanê ye jî em ne kêmaqil û bê aqil in, xwedê mêjiyek daye me da em bihizirin li ser tiştinan(ne ku qetqetîbûn û cûdahiya me jî ji vir tê). Ji ber vê ye hin kare ji nav me rabe û bêje "ez bi dorê em çima zilmê bi van heywanan bikin, ka werin em bêyî canê kes û kûsan bişewitînin zikê xwe têr bikin. Werin em bêyî zirar û xisarê bigihînin kesan tehm û lezetê ji dinê bigirin ." (Ku roja îro êdî ne kesek gelek kes vê dibêjin). Bereksê vêya heywanê din bêhtir bi xweajoyên xwe tevdigerin û ev di xwezaya wan de heye. Yanê şêrek ji nav koma şêran dê rojekê mîna me mirovan ranebe û nebêje "bes me goşt xwar, de ka em îja gîha bixwin.". Ku di zanistê de jî ev tê gotin, xwarina goşt piştî demekê çêbûye. Herçiqas li laş û sirûştê mirov piştî xwarina goşt guherîn û cûdabûn peyda bûye jî pêkane piştî nexwarina goşt jî guherîn û cudabûnên dîtir peyde bibe.

Mijarek din, dema ez ji kesekê/î re dibêjim ez vejeteryan im carekê de ji bo nêrîn û fikrê min pûç bike dibe zanyar, hewla wan ne ji bo fam kirin û meraqê ye û ka ez çi dibêjim. Ji bo henek û tiraneyên xwe bi min bikin li bendî malzemeyan in. Loma ye êdî min dev ji vegotin û aşkerekirina derdê xwe berdaye. Ez jî bi henek û tinazan ber bi wan ve diçim. Ji xwe qasê ez dibînim û şahid dibim jî kesên goştxur bêhtir belaya xwe bi vegan û vejetaryanan didin. Herçiqas eksê vêya were zanîn û gotin jî.

Ya axir û dawî fikrên min ji min re ye, çiqas bi mantiq û ne mantiq ev fikr û nêrînên min in. Ez têkilî kesên goştxur nabim û ji wan jî heman tiştî dixwazim. Û bi xatirê we, ya min êdî ber bi veganbûnê ve çûyîn e *



11.04.2023 21:11 ~21:13 | rizgarm