Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kırık saat] de;

1. Kovara "Kirik saat (katjimêra şikestî)" ji aliyê 'weqfa tahîr elçî ya mafê mirovan" sê meha carê derdikeve. Navê xwe ji saeta destan ya tahîr elçî ku wexta hat qetilkirin şikestî bû digre. Jimara pêşîn meha mijdarê derket. Kovar li ser mijarê çand, wêje, fikir û hiqûqê disekine.


Bi rastî kovarek serkeftîye li gorî min. Pênûsê qerase û balkêş dinivîse. Destpêkê de nivîse bi destê wê hatiyê nivîsandin bi awayekî wêne pêşkêş kirine û dûv re nivîsa jina wî, xanima delal turkan elçî nivîsek serkeftî û bi hest bi zimanekî wêjeyî nivîsîye. Û wiha diherike. Ser bergê kovarê li her dû aliyan wêneyên ku li heskîfê hatiye kişandin heye.

Lehengên ku li çavê min ket ,yên ku herî zêde li ser sekinîbûn; tahîr elçî, gabriel garcía márquez, yilmaz guney bû. Helbet wekîdin jî lehengê dîrokî, efsanewî û pêşketî girtine.


mîna ku min got yekser tişten polîtîk û sîyasî tê hişê mirov lê tiştên cûda û serkeftî tê de hûnê bibînin. Ez bawerim gelek mirov hîn pê nehesiyaye.



25.01.2020 14:14 | rizgarm