Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peymana civakî] de;

1. Peymana civakî Ji alîyê ronakbîrê frensî "jean-jacques rousseau" di sala 1762 yan de hatiye nivîsandin. Pirtûk li ser fikra ji bo avabûna rêveberek sîyasî divê peymanek civakî hebe disekine. Nivîskar ku ji bo çi ev pirtûka hanê nivîsandiye di beşa yekem de wiha aniye ser ziman "heger mîna ku dibêjin ez qanûnçêker an hukumdar bibama, di derheqê divê çi bikin de nediewiqîm, an divê çi bê kirin minê bikira ango ezê hiş ba ma."


Peymana civakî xebatek pêşveçûyî ye. Li ewrûpayê û nemaze li frensa yê vesazîyên siyasî an jî ji bo kirina şoreşan wesfek teşwîqî hildigre. Li dij pergala keyîtîyê binyatek dijberî di xwe de bi cih dike. Peymana civakî serdestkirina pergala zagonî ji xwe re kiriye mebest.



Di peymana civakî de fikra sereke bi hêsanî eve "bi beralîkirina qinyata gelemperî hatiye diyar kirin ku desthilat û cihê takekesa, parçeyê parvenebûna tavahîyê û li bingeha hevpariya takekes û koman yek dibe."



03.02.2020 15:01 | rizgarm