Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bandiera rossa] de;

1. Bandiera Rossa (mahneya wê ya îtalî "ala sor" e) ango bi (bnr: avanti popolo) jî tê zanîn. Ji yek sirûdê herî navdar ya tevgera karkerê îtalî ye. Siruda pesnê ala sor dide ku sembola tevgera sosyalîst û komunîstaye sala 1908 an de ji aliyê (bnr: carlo tuzzi) hatiye nivîsandin, muzîka wê ji du stranên gelerî yê (bnr: lombard) ê hatiye girtin.


Ji bêyî teksta ku cara ewil hatiye nivîsandîn gelek versîyonê wê ku wekhevê partiya komunîst ango sosylist yê cûda hene. Du rêzê dawiye "evviva il comunismo e la libertà" pêy bilindbûna (bnr: benito mussolini) re bi ser tekstê ve kirine. Destpêka nivîsa resen pêy "compagni avanti alla riscossa" bi awayê "avanti o popolo, ala riscossa" hatiye guhertin. Ji bilî wê, di dawiya stranê de peyva "comunismo" di gotinên dawiyê de bi peyva "sacialismo" re guhertine.



Yek ji stranê îtalî yê kû herî zêde li zimanê din hatiye wergerandin ku strana "bandiera rossa" li zimanê mîna almanî, frensî, swêdî, norweckî, danmarkî, tirkî, kurdî, fînkî, îzlendî û rûsî hatiye wergerandin.










14.02.2020 17:30 | rizgarm