Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kuştina hevûdin] de;

1. Di nav hemû welatên cîhanên de heye lê li bakurê kurdistanê û bi taybetî devera ruha yê gelek tê jîyîn. Ya sosret ew e ku bûyerê wilo tim li nav têkiliyê xizman de tê holê. Hîn çend roj berê li wêranşarê şer di nav du pismaman derdikeve û yek dimire. Her roj bûyerê wilo tê jîyîn. Pirtûka mehmed ûzûn ya bi navê "ruhun gökkuşağı (keskesora ruh)" de qala vê rastiya trajîk dike. Behsa 50-60 sal berê ya vê erdnigariyê dike lê wexta meriv dinêre tiştek neguherî ye. Vê bûyerê bi metafora "dûpişka ku derdora wê bi agir hatiye pêçandin" şîrove dike. Dupişk zane nikare ji vê çembera agir derkeve jehra xwe di xwe de dike. Û em kurd jî wiha ne. Derdorê me bi agir hatiye pêçandin û em jehra xwe di hev de dikin. Heyfe, pir heyfe...



20.02.2020 09:09 ~09:11 | rizgarm