Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zerkalo] de;

1. Bi seranser tevliheviyek mezin dorpêç dike filme. Na na sedem cahiltî û nezanbûn nîne, sedem zanebûn û şarezatiya derhêner e. Tarkovsky di nav zeman de em karin bêjin wekî masiyekî avjeniye dike. Lê na wêdetir, zeman tevlihev dike û carna tîne ba hev. Berê, niha, pêşerojê û zemanê bêzeman. Ji bûyerên dîrokî jî dîmen girtiye û ew jî bi ser filma xwe de reşandiye. Ev tevliheviya bandor li ser kamerayê jî kiriye ku kamera gav reş û sipî gav jî bireng dikşîne.


Derhêner ji jiyana xwe jî beşa pêşkêşî me dike ji ber ku em binesaziyê de dengê bavê tarkovsky û helbestê wê gohdar dikin , lîstikvaniya jina wê temaşe dikin û hwd. Em bandora jinê dibîne di filmê de û di nêrîna derhêner de, belê bi hemû hebûna xwe jin (ji ber ku em dîmenê jinê bi temamî dibîne, zindî û bi ruh); lê tenê dengê bav heye û pir kem jî dîmenê wê, ew jî ji bo bila bav di bîrê de bimîne ye.


Bi kurtasî em karin bêjin filmek ji hiş û binhişê derhêner em temaşe dikin. Bi derbasiyê lezok, bi dîmen û diyalogên tevlihev û lihevnehatî, bûyerên jibîrnebûyî û bibandor, bîranîne belek belekî û filmek helbestî...


Min dîsa qinyat anî ku ev derhêner ji karê xwe zêde zêde fam dike.



09.04.2020 12:59 ~13:01 | rizgarm