6. Ev mehek berê bi qasê heft rojan me serpêhatiyek weha derbas kir. Ji wêranşara xopan derketin ez û hevala xwe li dêrsim, erzîngan û erziromê têra xwe geriyan. Çadira me li pişta me bû cihê ku kêfa me dihat me lê vedigirt û bi otostopê bêpere digeriyan. Bi rastî merivên xweş û derfetên bêhempa rastî me hat. Em herdû jî karmend bû lê ji bo bila ajovan henekê xwe bi me nekin me digot em xwendekar in* lê ne derew bû jî. Di vê demsalê de tûrîst û gerok gelek in em qet li erdê neman. Bûyerek xerab jî nehat serê me. Perê me jî gelek kêm çû. Heta bi ser de me nanê bê xwê dixwar û tirê şor dikir û li cihên buha xwarin dixwar ** me cil û bergên rengo rengo li xwe kiribû û por û gijikê xwe gulî kiribû yên me didîtin digotin qey biyaniye. Lê me digot em ji amedê ne şaş û metel diman. Ez hema hemû xwendekar û xortên nûciwan re gera bi otostopê pêşniyar dikim. Welehî xwe ji vê kiryara belaş û bêhempa nehêlin xwe li rêyên dûr û bi rojan dibore bixin bê ka çiqas bi coş e* |
|
15.08.2021 21:16 ~21:18 |
rizgarm
|
1. Ev hefteyek, deh roj berê min û du hevalan biryar da ku serhedê bi otostopê bigere. Ew çawa xweş ger bû. Belê ji aliyê gerê xweş bû lê mixabiniyê wê jî ne hindik bû. Lê bi rastî jî her cihê kurdistanê bihûşt e. |
|
01.10.2020 20:53 ~20:59 |
rizgarm
|