Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [govend] de;

13. Gelo ji govendekê dersa sosyolojiyê û malkambaxiya me kurdan derdikeve? Helbet û beguman derdikeve. Rûyê min ji we reş ev çend roj berê li antalyayê bûm, li navenda wê meydanek navdar heye. Berêvar e û ez li meydanê benda hevalê xwe me li ser bankekê rûniştî me. Min seh kir dengek tê û mîna stranek kurmancî ye. Her ku ez nêz bûm bi vê fikra xwe qehîmtir bûm. Çi bibînim li ber hoparlorekê çend xort û keçên kurd hevûdin girtine û govendê digerînin. Her ku çû govend mezintir bû. Em di govendê de ne û hev dipirsin jî. Xwiya bû hema hemû karkerê înşeatê bûn. Cizîrî, şemzînanî, colemêrgî, amedî... Hemû hev li hev kom bûne. Bi xalek cizîrî re jî em axivîn gazincek di cih de kir, her di kerika gohê min de ma. Li ber xwe ketim, ber me ketim. Got "xwarzê em li welatê dûr hevû din xweş dibînin, kêf û seyranan dikin. Lê nizam çima li welatê xwe em ewqas ji hev hez nakin û dûr dikevin!"



14.09.2022 01:24 | rizgarm