Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin] de;

25. Pismamê min dema dixwend serpêhatiyên xwe yên zanîngehê bi hewesek mezin bi me re parve dikir û ew jî em jî bêhtir li kurdeyatiya xwe sor dibûn. Bû bankevan û ji ber karê xwe nikare serê xwe bixwirîne. Zewicî zarokek wî çêbû bi hewesek mezin jê re her cûre stranê kurdî distrand û dida gohdarî kirin. Û xalî kurdî daxivî. Lê vê taliyê bi tirkiyek bankevanî bi kurê xwe re daxive. Min fedî kir bêjim "çima?". Niha ez difikirim û digihêjim vê encamê, di jiyana wê ya rojane de bêhtir tirkî tê axaftin û mixabin zimanê wî ye yekem tirkî ye (li bajarek kurdistanê dixebite). Û ji ber kar gelek diweste. Ji demekê şûnde wê jî pihînek zexm li zimanê duyem yanê kurdî xist û nema wê hêza axaftina kurdî di xwe de bibîne û fêrî kurê xwe bike. Asoxîn niha heta mecbûr nemîne kurdî naxive û zarokên wî gelek baş tirkî zanin. Ziman firot û zikê xwe têr kir an jî navek din. lê her çi be kurdî zik têr nekir!



12.12.2020 01:34 | rizgarm