Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meryem xan] de;

5. Min piştî xwendina pirtûka hurşît baran mendeş fam kir ku li ser jiyana meryem xan gelek agahîyên şaş û xelet li ser înternet û malperan belav bûne. Hurşît baran mendeş li pey şopa meryem xan dimeşîye û li ser jiyana wê gelek agahiyên berfireh pêşkêşî me û xwendevanên xwe kiriye. Ez jî dixwazim li ser jiyana meryem xan çend nîşe ji bo xwendevanên tirşikê parvekim.

Meryem Xan sala 1904an de navçeya basa (girêdayî şirnexê ye) gundê kêrxwerê de hatiye dinyê. Navê bavê wê hecîyê hemo ye. Meryem xan hîn ciwanîya xwe di dawet û civatên kurdan de cîh girtîye. Bi kêf û şahî dengbêjên kurdan guhdarî kirîye.

Bavê meryem xan hecîyê hemo sala 1917an de diçe ber rehma Xwedê. Piştî mirina bavê wê birê wê huseyîn ji aliyê leşkeran tê kuştin. Di demeke nêz de dêya meryem xan jî wefat dike. Êdi di jiyana meryem xanê de tenê birê wê yehya heye.

15 salîyê xwe de meryem xan û yehya koçê gundê çêlka elîyê remo dikin. Meryem xan strana xwe a yekemîn hêlî delal li vê gundê de distre.

Meryem xan sala 1920an de bi halîl înan re dizewice. Lê hev nakin piştî 3 salan dev ji hevdû berdidin.

Piştî vê hevberdinê meryem xan koça bajarê mûsilê dike. Li mûsilê de jî ji hûnera xwe dûr nakeve stranên xwe di nav dawet û civatan pêşkêşî hezkirîyên xwe dike. Demeke kurt de dengê wê belav dibe û di nav xelkê mûsilê de tê naskirin.

Carekî li zaxoyê dawetekî de balafirvanek mûsilî rastê dengê meryem xan tê. Dengê meryem xan gelek diecibîne. Piştî vê hevnasinê dizewicin.

Di wan salan şîrketên îngîlîzî hatibûn bexdayê stranan qeyt dikirin. Meryem xan jî gelek dixwaze dengê xwe qeyt bike vê xwesteka xwe ez ê biçim bexdayê dengê xwe qeyt bikim, hema piştre bimrim bi vê gotinê tîne ziman. Bi vê armancê diçe bexdayê.

Meryem xan plaka xwe a yekemîn sala 1930an de li bexdayê çê dike. Plakên din jî piştre tên. Sala 1939an de radyoya bexdayê nû vedibe. ji bo hilbijartina hunermendan pêşbirkan sazî dikin. Meryem xan vê pêşbirkê de hunermenda yekemîn dijêre.

Meryem xan di wan salan de gelek beste û nêzî 200 stran vedibêje.

Sala 1949an de li bexdayê diçe ber rehma Xwedê.

Cîh û warê wê bihuştên rengîn be.



05.12.2019 11:45 ~2020.05.07 05:27 | kajav