Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep] de;

1. saetek berê qewimiye. Îro li Amedê siwarê otobusa wanê bûm bi sax û silamet. Cihê ku rûdinim li pişt min hîn min rûyê wî nedîtîye xuya ye keçikek heye. Ne keçik, keçikek bêedep bêterbîye. Lingê xwe dirêjî paldanka min kirîye. Pêlavê wê polê min qirêj dike xema wî nîne. Qirêjî belkî min ev qas be aciz nake ev rehetîya wî min dîn kir. Yaw dibe belkî tu cihê xwe de nerehet î, berê vî tiştê destûr bixwaze nabe?! Saetek wisa dewam kir sê çar caran botê wê polê min dixe. Bes zivîrîyam wê mêze kir fêm kirîyê dibê “çok mu geldi?” Min got mijar zêdehatine lingê te nîne ger tu cihê xwe de nerehet î vî tiştî dikî pêşî destûr bixwaze, ez botê te yê genî dibînim jixwe aciz dibim. Rûyê wê yê bi ken guherî wek ew mafdar e got: “ez tiştek dipirsim, xuya ye tu gengeşî dixwazî” (Hey min di..) hêrs bûm migot paldank yê min e, mahrema min e tu nikarî tiştekî wisa bikî... wekî qehpika pêşîya xwe meyzand.. ez dibêm qey mamoste bû. Heyf e, Bi vî halê xwe ders dide zarokan.

Edît: gelek hêrs bûbûm, niha baş im *. Ji ber vê dijûn hat jêkirin

Edît 2: jinik piştî vê bûyerê jî tevgerên xwe yê vê tiştî dewam dikir. Qet şerm jî nekir. Belkî ev cesaret ji axaftina min a Kirdkî digirt. Werhasil wan gotinên giran heq kiribe jî min dijûnên giran serast kir.



25.01.2020 16:36 ~20:48 | kajav