1. Helbest û strana seîd yûsiv e.
Çavê xezalê
Çavê te xweş çav in xezalê
Ne çavê xezala li berîyê
Qirka te dirêj e delalê
Ne qirka qazê yan qumrîyê
Singa te sipîye hevalê
Ne ew berfa li serê çiyê
Lêvê te şerbet in kulmalê
Ne ava diherikê ji kanîyê
Bê hiş û sewdan im ji bo te
Carek te bi min re neda civan
Lê xwezka rojek te bigote
îşev li cem min tu libe mêvan
Çend maç te daba cot bi cot e
Ew singa te hatiba tevdan
Ber min cile rihê xwe bifrote
Ji bo te ez gerya be ez bûba şivan
Ez ji te bi hêvî û guman im
Bo te dinalim dil bi evîn e
Ji xelkê were ez dîn û nezan im
Ti di bê teva evîn nedîne
Go te dibînim weke beran im
Ji kerba te ketme livn e
Serîkî wer nebê ez giran im
Ti wer mi ji halî derîne
|