Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

353. roja sersalê yanê 01.01.2020 keçikek min wê dîtîye û dixwazim wê nas bikim ji min re ser înstagramê peyamek şand. Lê ecêb e! keçik ev xwesteka min a dildarî nizane. Ecêbek din jî keçik bi hesabek sexte yanê fake peyam şandîye û ez jî nizanim kîye. Tirşikvanno tiştekî din jî heye. Berê hefteyê ev peyamê bi navê keçikek, dîsa hesabek sexte daxwaza hevaltî şandibû. Gundîyên me yê bênamûs car caran van hesaban vedikin û bi henekî tinazên xwe li gundîyan dikin. Min jî got belkî gundîyên me ne, min gelek heqeret û dijûnên giran li vî hesabî kir dawî de min fam kir ku ne gundîyên me ne, di rastî de jî keçikek e * lê ji ber ku xwe neda naskirin min dijûna domand, dawî de min wê asteng kir. Hêj jî nizanim kîye.

Belê! piştî hefteyê yanê şeva sersalê de wekî hesabê heftê berê dîsa daxwaza hevaltî hat. tiştekî mirov şaş dike hesab nû hatîye vekirin û tenê min dişopîye. Her du hesab jî wisa bûn. Ji ber vê min got her kîye min nas dike vê sedemê ser hesabê yekemîn sekinîyam. Lê ser hesabê duyemîn min xwe eciz nekir. Dîsa min got ev keçika heftekî berê ye. Daxwaz wisa ma, min nepejirand. Roja din yanê 01.01.2020 serê sibê min dit ku peyam hatiye. Peyam eynî wisa ye “te çima daxwazîya min nepejirand?”..
wisa axaftina me dest pê kir. lê vî carî ber poşmanîya dijûnên ku min kiribûn ez hinek sekan bûm min heqeret Filan nekir. Neyse! Bi peyamên zelal bersiva hesabê didim. Lê dizanim keçika berê ye, yan jî hevala wî ye. Hem dikenim hem dinivîsim. Heta ku xwe da naskirin!!!!
Ez şokkk!!!! Lê şikir ji Xwedê ku min peyamekî çewto mewto neşandîye.
Hûnê bipirsin, tu çi dizanî keçika ewil nîne? Yan jî çima li ser hesabek fake peyam şandî ye? Hûn bi van pirsan gelek mafdar in. Min jî pirsî, sond ji Xwedê xwar got tu xebera min ji hesabê din tune ye. Lê çima hesabek fake? dibê cesareta min tunebû ser hesaba xwe ya rastekîn binivîsim..

Hûnê bipirsin, keçik bi çi bahane nivîsîye? Ji ber ku min PDR xwendîye. Ji bo zelalkirina çend pirsgirêkan nivîsîye. Piştre min jî jê re got, jixwe min xwestibû te nas bikim min ji hevala te ra jî gotibû. (Hevala wê, hevala min e jî)

Çîroka min hinek tevlîhev e, lê niha em bi hev ra diaxifin. Û heta îro cara yekem e nîyeta min bi zawacê çêbûye. Xwedê bi xêr ke.

çend tiştên din jî hebû ji bo zelalkirina çîrokê pêwîst bûn, lê niha ez wana nebinivîsim. * ger çêbû vê çaxê wê binivîsim. *



2020.01.05-15:03 [guhertin:2020.01.05 21:28]| kajav

352. Cêwiyê mi zazakî yew şîîr nuştibî. Hema ma key kîyeyê tazîye di kom bibînî, ma henekê xwu ci û şîîra êy kerdinî. Seba ke şîîra ey de qal û vatişê bawkalê mi bî. (Carna bawkalê mi qalî keyeyê xwuno newe bikerdinî vatinî “keyeyê mi ra gere dewa qasa biaso”).
Cêwîyê mi zîyara dewa ma ser şîir nuştibî. Yew çardeyê şîîr de sey bawkalê mi vatibî “to sero aseno dewa qasa” seba no rêzikê, ma henekê xwu bide kerdinî. Ena ray mi nara bi nîyetê henek şîîra ey vati û mi ser facebook bar kerde. Şarê dewa ma hende şîîra êy begem kerdibî her kes qal û behsê ci kerdinî. Mi bi henek ci namdar kerde.

Şîîra ey:










2019.12.08-23:22 [guhertin:2019.12.09 11:13]| kajav