Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evîn] de;

67. Evîn, tiştekî wisa ye ku, tu carî dermanek jê re peyda nabe, roj bi roj navê keçikê di dilê te de tê nivîsandin, piştre rojek tê ku tu jê re dibêje, ez evîndarê te me, lê belê keçik dibêje;" xoşewîstê min heye, em bibin hevalên hev wekî berê ma çê nabe, tiştekî wisa ne te got û ne jî min bihîst".Were û ji dilê xwe re bibêje 'wê jibîr bike', di vê rewşa bêbext de mirov çawa were ser xwe.
Evqasî ne hêsan ê ku tu bi carekê de ji dil û mejiyê xwe de rake, kî çi dibêje te, tu guhên xwe digire, jiyana te tu kêfxweşî namîne, ji derve dinêre tu dibê qey dijî lê belê di nava xwe de hin bi hin dimire, tu tehmê ji vê jiyanê nastene.



2019.12.02-20:44 | merwano