Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiyayê nemrûdê] de;

3. du çiyayên nemrûdê hene ku ji aliyê gelek kesan ve tê tevlîhev kirin.
Yek ji wan li di nava sînorên Navçeya bedlîsê tetwanê de dimîne û bilindayî 2948 m. ye. Ev çiya çiyayek volkanîke û her wiha di nav cûreyên çiyayê volkanîk de dikevê nav stratovolkan de. Teqîna vî çiyayî ya dawî di sala 1692an de pêk hatiye. Îro her çiqasî teqîn çê nebin jî rojekê dibe ku teqîn dest pê bikin, ji ber ku aniha raketî ye.
pîştî teqîna dawî ya di sala 1692an de, tefrayên ku ji çiyayên nemrûdê derketin û li derdorê belav bûn, ev tefra, pêşiya gola wanê jî girtin û ava ku ji golê bi saya robara derdiket êdî hew derket. ji ber vê yekê îro ava golê ne şêrînê.

çiyayê duyemîn jî di nav sînorên semsûrê de ye. lê ev çiya ne volkanîk e, çiyayekî rêzkiriye. ev çiya berdewama çiyayên torosê ye û bilindahî 2150 m. ye.



12.03.2021 10:36 ~10:37 | merwano