Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nazê nêrgiza hewşê] de;

25. xuya yê ku ji aliyê cilûbergan û cûdahiya klîbê (a capella) bala gelek kesan kişandiye.
Her wekî din jî, ye ku stranê dibêje bi rastî jî dengê wî zêde nexweş te guhê mirov.
Lê dîsa jî deng û dilê wî sax be *



26.05.2020 11:52 ~11:52 | merwano

3. dîsa dîsa û dîsa!
camêr destê xwe tavêjê ku ev der dibê bihûşt
strana medmûd berazîye, ya ku aniha li twîttirê ji aliyê gelek kesan tê parvekirin.
bêguman hemû kurdên ku twîttirê bikartînin teqez dîtine *

gotinên stranê

Gur bû gur bû...
Agirê dilê min gur bû
Wek roka havînê zer bû
Zerkî ji perengên daran
Jê tê bêhna hinaran
Hinarê ji deşta xwarê
Gur bû gur bû ...
Wek roka havînê zer bû


Ba bû ba bû
Bayê payizê rabû
Ibrû şevê esmer bû
Kezî sorkî qemer bû
Sorkî ji hina hindê
Ez kuştim poz bilindê
Rûyê rindê wek findê
Ba bû ba bû ...
Ibrû şevê esmer bû


Sir bû sir bû...
Berf û seqem û sir bû
Kinê daneket tarê
Dilkê min hate xwarê
Ji kerba keça bajaran
Bajar bû wek qaqosê
Mame li benda buharê
Sir bû sir bû...
Berf û seqem û sir bû


Geş bû geş bû
Buhara li geliyan geş bû
Seyrana yara xweş bû
Nazê nêrgiza hewşê
Çav berda bû pismaman
Pismam fîtê mêra ye
Xewna min bû qosaqarê


Gur bû gur bû
Agirê dilê min gur bû
Wek roka havînê zer bû


Muzîk: Mehmûd Berazî
Gotin: Şêro Hindê
Stranbêj: Şervan Badînî
Deng: Mihemed Kınco, Rewan Temo, Hozan Wezîr, Evîn Elî, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Rozelîn Îbrahîm, Mihemed Şemdîn, Rewşen Îbrahîm, Barîn Reşo, Serxwebûn Zeyno, Kawa Xalid, Xeysa Hesen, Şevzan Mehmûd



23.05.2020 14:55 ~14:59 | merwano