Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tivîlk] de;

3. çûkên kêdî ne lê her tim ez wan di nav qada jiyana mirovan de dibînim an jî mirov ketina qada wan de *
heya îro min qet li çiya, daristan û hwd hêlînê wan nedîtiye lê di nav avahiyan de hêlîna wan pir in.

sala din li şibaka xaniyê me de hêlîn çêkiribûn, îsal dîsa hatin ku çê bikin.
lê vê carê bûyereke ecep bû. eynî şevê de di herdû şibakan de ji bo hêlînê qirşik li hev kom kiribûn, lê yek ji wan vala ma.vêce nizanim herdu yek malbat bûn an na? dibe ku ya mê li derekê kom dikir, yê nêr jî gotiye: ma ez jî alî te bikim?
we jî gotiye: erê ma qey ez ya jinbavê me. lê yê nêr li şibaka din kom kiribû..
(bnr: mêrê ku ji jina xwe fêhm nakin) *

lê şensê pîs, evarî ba rabû, hêlînek ji wan hema bêjê qirşik lê neman, bû sibeh min dîtku hêlîn qedandibûn jî.
(bnr: kolît) *



08.05.2021 00:26 | merwano