Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dewbir

profîla "dewbir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [t. s. eliot] de;

4. Berhema Welatê Bejî û Deh Koroyên The Rockê ji aliyê şairê gewre Kawa Nemir ve hatiye wergerandin. Di vê berhemê de helbestên ecêb xweş hene. Helbestên "Mirina Di Avê De, Çarşema Pîroz, Koroyên The Rockê miezzem in.

Mirina Di Avê De
Phlebasê Finîkeyî panzdeh roj berê mir,
Ji bîr kir qîreqîra qaqlîbazan, milmilîna deryaya kûr
Û havil û dorandin.

Di binê deryayê de girdavekê
Hestîyên wî bi pistepist da hev. Bi rabûn û ketinê re
Qonaxên kalanî û xortanîya xwe derbas kir
Gava ku ket gerînekê.

Cihû bî an jî nebî
Lo tuyê ku berê xwe daye bê, çerxê digerînî,
Phlebasê ku demekê mîna te ciwan û bejinbilind bû ji bîr nekî. (2004: r. 62)



13.11.2021 11:12 | dewbir