Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên ji dibistana seretayî] de;

15. Ez jî li dibistana seretayî bûm lê nayê bîra min pola çendan bû. Mamosteyekî ji herêma behra reş hebû dikete dersên me lê qet venedigot, xwendekarên pola di ser me ra dersê vedigotin. Bi xwe mamostetî nexwendibû, tiştê ku tê bîra min beşa wî çandinî bû. Navê wî Elî bû. Me jê re digot malimê (mamosteyê) dîn. Bera jî weke dînan bû. Digotin her tim li jina xwe dixe. Mamosteyekî din jî hebû li gund. Digotin wexta ew mamoste nimêj dike eviyê dîn diçe tilîkan diavêje wî, li wî siwar dibe filan û bêvan. Welhasil rojekê xwendekarekî pênûseke wî veşartibû. Ji bo wî pênûsî di wê sermayê û herîyê de(demsal ya payîz bû yan jî zivistan) me hemûyan dirêjî erdê kir û li pênûs geriya. Dawiya dawî ew ehmeqê xwendekar pênûs jî da wî ji xwe. Em belaheq li wê erdê gevizîn.



09.03.2020 19:29 ~2020.04.04 17:39 | xabûrî