Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

472. Di medyaya civakî de dema kurdek li binê parvekirina xwe tenê bi tirkî yan erebî yan jî farisî dinivîse ez naecibînîm. Eger li binê heman parvekirinê tiştekî nenivîse ez diecibînim.
Lêzêdekirin: bi Kurdî nivîsandibin jî diecibînim.



15.05.2022 11:00 ~16:56 | xabûrî

470. festîvala filman a kurt û kurmancî/138725

Îtîraf dikim ku min bi xeletî deng da filmê yekem. Ji ber ku min bişkoka deng bide wek zêdekirina/bilindkirina dengê filîm fahm kir.



19.01.2022 12:55 | xabûrî

411. Îtîraf dikim piştî min di înstagramê de evêya îtîrafên tirşikvanan/63980 dît ez hatim diziya xwedê like bikim (-._.-)



13.12.2020 10:45 | xabûrî

405. Cihê ku ez lê dixebitim pirranî Ereb û kurdên bûne Ereb lê dijîn. Carina xelkê navçeyê tên bi karmendên li jûra min re bi erebî diaxivin. Gelek caran bi min re jî bi erebî diaxivin yan jî ji me herduyan re tiştna dibêjin. Erebiya min heye lê ne ewqasî ye, ez pirr fêhm nakim. Wexta bi tenê bim ez dibêjim mo arif erebî(erebî nizanim). Carina bi kurmancî dibêjim ez erebî nizanim îja ew bi kurmancî diaxivin. lê wexta em herdu li jûrê bin ez pê nahesînim ku ez nizanim. Wekî ku fêhm dikim guhdarî dikim ew jî li min dinihêrin û diaxivin û diaxivin lê ez tiştekî fêhm nakim *



18.11.2020 22:13 ~22:15 | xabûrî

397. Ji 7 salî heta 70 salî Ez ji herkesî re bi kurdî dinivîsim(ger kurdî zanibin). Ku kurdî nizanibin jî ez pozê wan dişewitînim hinekî, ez dibêjim ma tu tirk î bi Tirkî dinivîsî, yan jî dibêjim çima li zimanê xwe xwedî dernakevî, nizanî zimanê xwe, eyb e şerm e. Her çiqas şaşî pir be jî Pirranî bersiva nivîskî bi kurdî tê lê kêm caran bi Tirkî dinivîsin. Ez ji tirşikvanên ku wisa nakin re pêşniyar û tika dikim hûn jî wisa bikin. Ne wisa be kesek hînî xwendin û nivîsandina Kurdî nabe. Em çawa tirkî hîn bûn? Ne bi mecbûrî? Ê divê wê demê em Kurdan jî mecbûrî hînî kurdî bikin. Fikra min ev e.



17.07.2020 19:50 ~19:51 | xabûrî

391. Di YouTubeyê de heta ji min tê şiroveyên kurdî(hemû zarava) diecibînim, di Instagramê de deng didim storyên Kurdî (bi taybetî ji bo ku yên nû kurdî dinivîsin), di WhatsAppê de her wiha bi vî şiklî tevdigerim. Li gorî min dê ev yek ji bo wan bibe wek xurt kirinê, bi tirkî pekiştirmeyê.



05.06.2020 11:40 ~11:42 | xabûrî

386. gelek caran ku zarokên Kurd bi min ra bi Tirkî diaxivin ez bi qestî dibêjim bi Tirkî nizanim û bi wan ra bi kurdî diaxivim. Ew jî gelek caran bi kurdî dizanin lê ji ber dayik û bavên wan yên bêxiyret mejîyê wan ê teze bi tirkî dişixule mixabin. Gavek berê jî çend zarokên gundî hatin, çend heb ji wan ji Stenbol'ê hatibûn lê bavê wan gundîyê me ye, ji min ra bi tirkî gotin em dixwazin gulan ji bo dayikên xwe berhev bikin. Min jî weke berê got hûn çi dibêjin ez fahm nakim, bi Tirkî nizanim. Wan jî weke zarokên din hinekî bi -mîş kirinê be jî daxwaza xwe bi Kurdî gotin. Kêfa min hat û min her yekê gulek da wan û min wan şand.


Edît: tîpek kêm bû ji ber klavyeyê.



10.05.2020 13:13 ~13:35 | xabûrî

363. Wexta ez zarok bûm rewşa me a aborî ne baş bû weke gelek kesan. Me, rebenên Xwedê, têr xwarin jî nedixwar. Rojekê bacanên sor(firingî) li malê hebûn, nizanim bê bavê min ji bajêr kirrî bûn yan dayika min ji ettar kirrî bûn nayê bîra min. Hema tiştê ku baş di bîra min da maye min bi dizî bacanekê girt û veşart dûre jî derketim derve. Piştî ji malê hinekî dûr ketim min ew derxist û weke guran xwar. Tiştê ecêb piştî vê bûyerê Demeke dirêj min digot qey min guneh kiriye û min xwe nebaş hîs dikir *



09.04.2020 17:24 ~17:24 | xabûrî

354. Ez nizanim ezê çi îtîraf bikim.



07.02.2020 21:32 | xabûrî