2. straneke ciwan haco ya ji albûma wî ya sî û sê gule ye. beriya niha çendekê li ser youtubeê, klîba wê ya ku berê jê re hatiye çêkirin nû hat weşandin. di klîbê de ciwan, wek navê xwe ciwan û taze ye. stran bi xwe gelekî xweş e, dem deman li malê ji xwe re lê didim û dibêjim * Gotinên Stranê Neçe bêriyê keçê tu ciwan î Xortên gundê me hemû şivan in Zanin tu rind î finda baxan î Bayê evînê te nû hilanî Tu rinda gund î her kes bi te zanî Hê tu nezan î sorgul mefroşe Dinya buhar e nû gul hatine Li vê mêrga mezin sorgul ya min e Xortên gundê me li ser mirine Hê tu nezan î gulan neçine Hê tu nezan î sorgul mefroşe Ji nav bêrîvanan gul hat ji bêriyê Lawik ji gundê me kete pêşiyê Da ber sînga xwe gula beriyê Hê gul zarok bû dil ketibûyê Lê ez îro çi bikim Gul noşe noşe Neçe bêriyê keçê tu ciwan î Xortên gundê me hemû şivan in Zanin tu rind î finda baxan î Bayê evînê te nû hilanî Tu rinda gund î her kes bi te zanî Hê tu nezan î sorgul mefroşe |
|
05.01.2021 20:56 ~20:56 |
xeyda
|