Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên hej jiyana nav malê dikin] de;

1. ev qedereke dirêj e yek ji van ez im. carnan ji ber vî halî ji xwe dikevim nav xuşûşiyan. ji ber ku xort û ciwan, keçik pirranî dixwazin li derve, li cafeyan rûnên an timî bigerin lê ruhê min, ruhê pîreke heftê salî ye ku bêtir hej kêfa li malê dike. ev demek e bala min dikişîne ku mirov pirranî bextewariyê, rengîniyê û coşê li derve digerin. bawerim ji ber wê ye ku vê taliyê bi kê re biaxivim, xewn û xeyalên tevan bûye ger û geşta dinyayê yan dema mirovek zêde hej gerê neke mirov, bertekên ecêb nîşanê wê/î kesê/î didin. wekî ku ew mirov xwediyê qisûrekî ye, ne bextewar e yan hay ji kêf û tama dinyayê nîne. lê berevajiyê! ez li malê gellekî bextewar im.
sedem ev e ku nav heftê pênc rojan; serê sibê, di tariyê û sir û seqemê de bi alarmeke bêrihm şîyar dibim û berê xwe didim kar. heta êvarê ji mirovan û ji zehmetiyên dinyayê têra xwe dibetilim. bajarê ez lê dijîm jî xwedê xerake tu tişt lê nîne ku tu xwe biavêjî nav hembêza wê yan bi meraq derkevî, lê bigerî. ji loma dema têm malê wekî ku ketime nav bihuştê kêfxweş dibim, wekî zarokekî dibişirim, sermest dibim. mal ji bo min bes cihê aramî û serbestiyê ye. cilên sivik û rehet, rûyekî bê makyaj, germahî û mijûlahiyên xweşik... kurmancê me belaheq negotine mala mêriv gora mêriv e yan mala pîrê, sitara pîrê.



20.12.2019 19:43 ~19:45 | xeyda