5. Pîyaseya demekî ez jî tê de bûm. Heta jê xelas bûm canê min zer bû, pîr bûm. ji ber buhabûna erebeyên nû û krîza aborî buhayê erebeyên kevn gellekî zêde bûye. Di nav mehekî de bi hezaran pere tê li ser buhayê wan. Ji xeynî sedemên aborî, bi gotegotan hînbûm ku yek ji sedemên vê buhabûnê firoşkarên bê ehlaq û têrnexur in. gellek kes ji bilî karê ku dikin, kirîn û firotina erebeyan jî dikin. Ji bo qazanca zêde, dewa pereyekî ji heqê erebeyê zêde ji kiryaran dikin. Yên ku dixwazin erebeya xwe bifiroşîn jî çav didin wan. Pê re, pê re her ku diçe erebeyên kevn û kot buhatir dibin. |
|
27.01.2020 00:55 ~00:55 |
xeyda
|