Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qedexeya kurdî a di o ses turkiye'yê de] de;

10. Ruhê min ji vê pêşbirkê diçe. Li Tirkiyê ji ber xizanî û nezaniyê ev çend sal in, bernameyên acûn bûne yekane kêf û coşa malbatan. Mûzîk bi serê xwe efsûnek e. Jê re samîmiyet, xem û hestiyarî divê. Lê di vê bernameyê de, di warê hunerî de tişteke hêjayê temaşekirinê nîne. Acûnê xurifî, hedîseya lêvên wê û rûyê wê ji botoksê werimîye, seda Sayana xwediyê heft mêran û Mûrat bozê qeşmer...
Cehnima wan! Ya ku ji min re bûye xem ev e ku kurdên me ketine dew û doza vê bernameyê. Vê rojê çend hevalên min ên ku qaşo kurd û kurdewar di rewşa xwe ya whatsappê de parvekiribûn ku mirov piştgiriyê bidin beşdarvanekî kurd. Bêhemdî kenê min hat. Nizanim çi xêra van kesan ji kurdî re yan ji Kurdbûnê re heye ku em pê şanazbin an pişta wan bikin.



19.02.2020 22:29 ~22:31 | xeyda