Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qoser] de;

25. Li gorî mezinahî û zêdehiya nifûsê xwe û bi nav û dengbûyîna xwe tu bajar nîne ku mirov lê bijî. Ji xeynî taxa Nû ya li aliyê balafirxaneyê tev de dişibe bajarokeke Pakîstan yan afxanîstanê. Qirêj û toza vir bawer im li çolistanan nîne. Malên wan ên ji Estetîk û xemlê dûr, kolanên wan ên kor û çal, dikanên wan ên ji paqijiyê bêpar hew dilê min dixelîne. Kurdên me bi rastî jî tu qedr û qîmetê nadin xwe. Ev navçe qaşo bi salan bi destê şaredarên kurd ve hatiye birêvebirin lê hema bêje derziyeke qul lê nehatiye zêdekirin. Û xûya ye ev kêmasî û qusûrên bajêr ne xema Niştecihên wir e ku rojek ji rojan li ser vê neketine nav liv û tevgerekê û tiştek li xwe zêde nekirine.



22.04.2022 19:36 | xeyda

17. navçeya mêrdînê ya ku ji mêrdînê qelebalixtir e. xelkên wê hema bêje ji bilî kurmancî nav xwe de bi zimanekî din naaxivin. li deşteke mezin avabûye, ji erdnigariya mêrdînê ya bi kaş û kendal xweştir û rehettir e. tişta balkêş mirov dema li nav bajêr digere kolan û taxên wê tev tije mêr in, beretê jinan lê nayê xûya. ya din jî li gorî nifûsa xwe ya zêde ji aliyê bajarîbûnê ve zêde paş de mayî ye. rêyên wê tev kor û çal in û bi toz û gemar. qosera min xeyal dikir ne bi vî awayî bû.



24.12.2019 22:30 | xeyda