Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwebixwe

profîla "xwebixwe"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [adonîs] de;

4. Navê wî yê rast Elî Ehmed Seîd Eşber e di sala 1930an da li Sûrîyê hatîye dinê. Heta 14 salîya xwe li wir jîyaye û piştra 3 salan li bajarê Tartûsê di dibistaneke fransî da xwendiye. Di 1950an da çû zanîngeha Şamê li vê derê helbestên Baudelaire û Rilke nas kir. 1954an da lîsansa Felsefê û wêjeyê girt. Di 1960an da derbasê netewa Lubnanê bû. Piştê şerên di nava Beyrûtê da derbasê Parîsê bû li wir cih bû. Helbesteke wî ya bi navê ;

Mezmûnên Xwedayên Wenda

1
Ev cendek
Bayê sibehê hişyar kir
Zor dayê
Agir sar nebû û belav bû
Di cendekên zarokên bê dawî da.
Têk diçim di hundirê wan da di hundirê wan da qut dibim.
Kesên nas nakim nas dikim di hundirê wan da
Stargeha dilê min, Stargeha helbesta min, Stargeha temenê min.



20.12.2020 16:43 ~16:45 | xwebixwe