Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ma min çi ji kê kiriye?

profîla "ma min çi ji kê kiriye?"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çêkirina erebeyan û tirkiye] de;

7. li tirkiyê ji xwe hema bêje hemû parçeyên pêdivî ji bo otomobîlekî tên çêkirin. lê çêkirina erebeyekî tenê ne bes e, pêwist e bikaribî wê erebeya te çêkiriye ji bilî bazara hundir bifiroşî bazara ji derve, yanî hinarde jî bikî. sektora otomotîvê sektoreke zêde kompleks e, erebeyek ji nêzikÎ 30.000 perçeyan pêk tê, û tu nikarî bêjî hemû perçeyên erebê ez ê bi xwe li welatê xwe çêkim, dkarî çêkî lê wê demê mesrefa erebê wê li ser te pir buha bisekine û tu yê nekarî bi erebeyên din ên reqîb re reqabetê bikî. kîjan perçe li kû erzantir be tu yê ji wir bistînî. dîsa reqîbên te ji ber ku gelekî beriya te dest bi vî karî kirine û bipêşde çûne, çi qas dewlet li pişta te jî be reqabeta bi wan re zehmet e.
ji ber van çend egerên li jor û gelek egerên din erebeya tirk wê di serî de gelek zehmetiyan bibîne, gelek kes wê tiranê xwe pê bikin lê di nav deh salan de wê cihê xwe di nav bazarê de xurt bike.

û îroniyek mezin e ku kurdek bindest bê û ji tirkan re bêje hirç Û govend!
erê tirk gelek kêmasiyên wan hene lê di her warî de herî kêm 50 salan ji kurdan pêşdetir in.



21.12.2019 23:17 | ma min çi ji kê kiriye?