9. Rewşenbir, zana, nivîskarê kurd e. Gora wî li gundê axtepê yê ku di neqeba bismil û çinarê de ye. Li axtepê bo gora wî tirbeyek hatiye çêkirin û nêzî tirba wî girek heye. Berê serî buharî her sal em diçûn ser tirba wî. Li nav gel weke ziyaret dihat zanîn û em jî diçûn. Lê belê wê demê ez biçûk bûm. Min nedizanî bê ka ev camêr kî ye. Serê şeveqê em zû diketin rê bo ji xwe re cih zevt bikin. Tabî ji êvar de ciya min tudarekê xwe dikir bo sibê em zû herin. Li wir dê bavê min diçûn ser tirba wî dua filan dikir lê em zarok me ji xwe re dilîst. Tew bîra dua muaya nedibir. Me bi gogê dilîst, me hêlekan çêdikir. Li wir sûkek dihat danîn û pêlîstok, şekirê ziyaretan( ewên spî dema mirov dixwe tev dikeve ber dirana), cilên zaroka dihat firotan. Min jî ji xwe re demançeyek standibû bere pismamê xwe dida. |
|
17.12.2020 01:32 |
tîrêj zana 21
|