Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [melankolî] de;

6. Tişta ku gavek berê pê hesiyam ku halê min yê derûnî ye. Tiştên ku kesên normal jê kêfê distînin û pê kêfxweş dibin, kesên melankolîk ne xema wan e. Her tim di nava xemgîniyekê de ne û fikr û nêrînên tarî û nebaş di mêjiyê wan de derbas dibe. Heya pirî caran tu kêrhatina jiyana xwe nabînin û difikirin dawî li vê jiyana bêwate û tarî bînin.

Li hin deran ketina vî halî bi jidestçûna hezkiriya xwe an evîne platonîk girêdane. Lê dibêm qey divê mirov tenê bi evîna zayendî ve ne lê, têkçûna fikr, raman, şikestina bawerî û wendakirina nêvengê ve jî pênase bike.

Sedemên ketina vî halî freud di 5 xalan de vegotiye lê niha bi xwe re nabînin li vir binivîsim.



03.10.2021 21:31 | tîrêj zana 21