Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zarokên kurdan] de;

11. Zarokên li gor netewên din zûtir mezin dibin. Hêj di 13-14 saliya xwe de dest bi kar û xebatan dikin. Bi malbata xwe re diçin deryaya reş, bo hevdana bindeqa. Diçin di înşaata de dixebitin. Li kuça boyaxa sola dikin. Diçin çolê çapê dikin, pembo didin hev. Piştî çend sala tên zewicandin û hêj berî ku zarokatiya xwe bijîn, dibin xwedî zarok. Bi çûkantî de tox dikeve stuyê wan. Ji ber hindê dilê wan tim zarok e.

Ji aliyê perwerdehiyê de, li gor ewropa û heya li gor tirkiyê jî( ji bo kurdên bakur) gelek paşde mane. Hem ji ber nebûna derfeta û hem ji ber bêperwerdebûna dê û bavan, zarok çewt tên mezinkirin. Loma jî zarok zû digihêjin sût û çeteyan û madên hişbir, cixarê bikar tênin.

Ji hêla ziman de, zarokên bakur rêjeyeke pir bilind zimanê zikmakî nizane. Beşek jî kurdî fêm dike lê nikare biaxive. Beşeke pir hindik bi kurdî daxive.



24.08.2020 11:28 | tîrêj zana 21