3. Ji bo berdedewamîya jîyanê şilemenîya herî pêwîste
Çend erkên xwînê ev in:
-Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane(doku) û xaneyên(hucre) laş.
-Ji xaneyan, karbona dîoksîdê ber bi pişikan ve diguhêzîne.
-Hormonên rijênan diguhêzîne hetanê xaneyên armanc
-Xurekên wekî asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî(asîdên rûn), glîserol, vîtamîn û mîneralan ji rûviyan tevlê xwînê dibin, bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibin.
-Madeyên paşmayî yên wekî ure û av bi navbeynkariya xwînê digihîjin gurçikan.
-Xwîn, ji bo meyandina xwînê û bergiriya laş, proteînên plazmayê lixwe digire.
-Germahiya masûlkeyan belavê hemû beşên laş dike, bi vî awayê rêkxistina pileya germahiya laş pêk tîne.
-Madeyên jehrîn(toksîk) bi alîkariya xwînê ji laş tên dûrxistin.
-Ji boy çalakiya enzîm û reaksiyonên xaneyê, pileya pHê rêk dixe.
-Xwîn hin mîneral û proteînan lixwe digire, bi vî awayê rêjeya şileya laşê rêk dixe.
|