Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wekîl mûstafayev] de;

2. Wekîl Mustafayev di sala 1938a li Ozbekistanê, malbatek penaber de ji dayik bibû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn hatibû surgunkirin.
Di sala 1967-a de ew beşa hiquqê Zankoyê Qirgizistanê diqedine û hema piştî xilaskirina universitete dibe cigirê asayişe bajarê Oşê li Qirgizistanê, paşê dibe wekilê bajêr.
Wekil Mustafayêv di dema Sovetê li wezerata polisê Qirgizistanê, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezifeyên giring pêk aniye.
Di salan 1980-î de seroktiyê şubeya cinayetên giranî ya Wezereta Hundurîn otonomiya Qaraqalpakiya li Ozbekistanê kiriye.
Di sala 1988’a de li Sovetistanê tevlîhevî û nakokiyên di nav milletên curbecur dest pê dibe, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zexmên neteweperestî dest pê dibe,
W. Mustafayêv tevî hevalên xwe rêxistina “Yekbûn” ê ava dike. Dibe cigirê wê organizsyonê, armanca wî ji nûva avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.
Wekil Mûstafayêv, piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Evrupa jiyan dikir.
Ew nivîskarê pirtûka dîrokî bi navê “Kurdistana Qafgasyayê” û xwediyê bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.
Wekil Mustafayêv, Kurdekî niştîmanperwer û Kurdistanparêz, mirovekî bi prensiîp û şaşnebar, welatparezekî resen bû.



26.01.2020 03:35 | tîrêj zana 21